Berfa Sor

Di nav çiyayên bilind û tazî de bajarokek efsûnî û reşbelek. Têra xwe kaotîk û tiştê ku li hemberî wî xwe bi cih kiriye ew qas rêkûpek e. Atmosfereke wî ya şidandî çav û hîs tije dike. Hîs tolhildane, çav tûj e. Em ê derkevin seyranek. Seyranek ji êş û sebrê. Seyranek trawmatîk û hatiye trawmatîzekirin. Seyranek ji destpêka wî heta rûdana ”Berfa Sor”ê û bi kuştina Şêx Fexrî li Geliyê Godernê ew ê hêvî dev ji me bernede. Seyranek di nav kontra û kûjeran de. Seyranek bi dengên çek û helîkopteran. Seyranek di bin siya dîktatorekî de. Seyranek ji binî heta serî heqîqeta min û te. Seyranek serîlêdana dîroka nêz. Seyranek bi hespê Şêx Fexrî “Felek” re li kendal û geliyan gerek. Seyranek ji pêlên rûpelan pêk hatî de soberiyeke bihêrs û hêvî. Seyranek li pişt tenêrek di şevên tarî de em ê hevdîtîna pêk bînin, ew ê bîr werin kolandin. Seyranek li welatê Asûsê bi peyvên Mehmet Dicle li benda me ye.

Mehmet Dicle romana wî ya ewil a bi navê ”Berfa Sor” ji weşanxeneya Zîzê hat weşandin. Çaxê min dawî li rûpelan anî, wêjeya Latîn Emerikayê xwe di hiş de bibîr xist. Romana ”Term”ê ya Hisên Kemal çaxê min dawî kiribû jî edebiyeta Latîniyan xwe dabû hîskirin. Kontaxa her du tekstan bi pir karekteriyên xwe û mekanên cur bi cur xwe dida ber hev. Bê guman ne tenê ev nîşan hebû; bi naveroka xwe jî meseleyên ji xwe re kiriye dert û keser jî meriv tîne ba hev. Di bingeha ‘li ba hev anîn’ê de bindestî xwe dirêj kiriye. Cureyek ‘romana dîktatoran’ di wêjeya Latîniyan de ciheke wî yê taybet heye. Di serdema rejîmên kukla û dîktatoran de romana Latîniyan xwe xurt kiriye. Binketinê bi rêya hunerê vegerandine formek din. Bi vê rêye rejîmên dîktatorî hejandine, îfşakirine û ji bîra civakê re berhemên nemir hiştine. Risteyên Neruda şahîdîtiya gelê xwe re kiriye û ji dinya alemê re hiştiye.

Helbestên Seydayê Cegerxwîn tomar kiriye serhilderiya gelê xwe. Di piştî dawiya sedsala nozdehan de, romanên dîktatorî em dibînin di wêjeya Latîniyan de. Piştî vê destpêkê di sala 1946an de Miguel Angel Asturias pirtûka bi navê ”Bay Başkan/Başkan Beg” weşandiye. Mijara sereke rejîmên dîktator in û efsaneyîkirina wan in. Piştî salên heftê ev efsaneyîkirin cihê xwe dihêle antî-lehengan. Îro em rûyê xwe vedigerînin romana kurmancî ji trajediyan, ji êşan, ji neheqiyan, ji trawmayan, ji liberxwedanê, ji gazîn û hawarê dest bi meceraya/serpêhatî xwe kiriye. Edebiyata Latînî de jî em wan kodan dibînin. Romana kurdî jî pişta xwe spartiye dîroka ku heta dev bi serhilderî, êş û parastin tije ye. Bê guman bindestiya Latîn Emerikayê ji me cuda ye. Ew bi rêya dîktatorên kukla hatine dagirkirin, hatine kuştin û sirgunkirin, li ser dezgehên îşkenceyan derbasbûne.

Berfa Sor, Mehmet Dicle, wşn: Sîz, rpl: 180, 2023.

Piştî romana Erebê Şemo a bi navê ”Şîvanê Kurmanca, 1935 – Erîvan” romana kurmancî heta salên 90î bêdeng maye û li ser romana kurmancî tiştekî zêde nebûye. Piştî derbeya salên 80ê sirgunên kurd romanê pêş ve birin. Pêşî û paşiya salên 80ê berhemên çîrok, rastnivîsîn, gotar hatine weşandin. Lê em dikarin bêjin hejmara van ji tiliyê destan derbas nabin. Di derbarê temenê romana kurdî de meriv dikare bêje ji paplûkan xelas bûye ber bi meşê ve tevdigere û bi vê motîvasyonê bimeşe ew ê xwe bigîhijînin qada edebiyata cîhanê.

Edebiyata kurdî madenek bêdawî ye, hê çend qazme hatiye lêdan, li benda kolanê ye. Ez ne şaş bim ji helbesta Hîlmî Yavuz bû û digot, ”madanek wisa ku/tu dikî nakî nagîhijî dawiyê”. Madenek ji medeniyetê re bûye bingeh, ê de bifikrin li bin wî de çi heye û çi tine ye. Bêşik ew ên ku qazmeyê dixwazin li ser xezîneya xwe bixin û di ser de derxin meydanê û nîşanî dinya alemê bikin li leqayê astengiyên sosret û tewş tên. Ji qewet ketî, ji afîrandinê û estetikê êdî bêpar, qazmeyên ku di destên wan de ko bûyî, li hemberî kolanên nû bi awir tûj ji dûrî va komîseriyê bikin jî ew ê nikaribin li ber hêza vegera malê bisekinin. Bi kuştina gulek bihar xwe dereng naxe.

Dicle, bi romana xwe ya ewil ser erdê xwe dikole û me dixe nav bîra trajediyê. Bêtirs kolaye û amadeye ji rûbirûyî re. Ziman û pêvxistin bi ahenga xwe bo rûbirûyê re alîkariyê dike. Karekterên romanê û axevtinên ji aliyek va “rojnivîska netewek” tomar kirine. Retorîka pêvxistinê derbas kiriye xwe bi ber retorîka heqîqetê va girê dide. Di vê hususiyê da nivîskar Yıldız Çakar di nivîsek xwe de wiha dibêje û pirsek jî pê re lêdike;

”Gregory Jusdanîs, bo edebiyatê, ‘rojnivîsa netewekî’ pênase dike. Belê sedsal paşiyê romana meya îroyîn çaxê were xwendin ew ê rojaneya gelê kurd were femkirin?”

Bersiva vê pirsê yek jê romana Berfa Sor e. Dicle, di Berfa Sor de serdemek/wextek daye vegotinê; belkî sehkir belkî dît belkî jî jiya. Em nizanin lê tiştê ku di naveroka romanê de hatiye qal kirin perçeyek jiyana me ya rastiyê ye ku niqûtiye ser rûpelan. Ka em ji megafonên Asûsê çi hîn dibin û ji me re qala çi dike;

”Kesen navên wan bên xwendin dive tevî malbatên xwe di bîst û çar seetan de ji navçeyê bar bikin”[r.71].

Bersiva Çakar ez dibêm li vir e. tenê bi darê zorê ve sirgun têra desthilatan nekiriye di ser de jî ew ên ku li navçeyê mane çi dijîn em bixweynin; ”seet ji heştan pê ve qedexeya derketina derve bi dawî dibe.”

Hevokên ku me ji romanê xwend ji bûyeran bûyerek e, ji encaman encamek e tena serê xwe. Îro dîsa bi kirasên cur bi cur sî sal berê tiştên ku dihatin kirin vêga bi formek din xwe guhertiye. Encam dîsa: kuştin, di zindanan da bi dîl û rehîn girtin e. Hema çend sal berê tiştên ku me dî, jiya û sehkir ji me re dibê çi?

Berfa Sor şerê di navbera dagirkeran û berxwederên Asûsê de derbas dibe, daye honandin. Şerên ser çiyayan bi simgeya agirê Newrozê dide destpêkirin; ”Şevekê agir li Çiyayê Dîkan pêket. Newroz hat. paşê agir li çiyayên çarmedorên Asûsê belav bû. Eskeran ji hewşa qereqolê gule bera agir dan”[r.141]. Ne tenê em dengê niştecihên Asûsê seh dikin; ew ên ku sed sal berê bar kirine û çûne bibîr dixe; ”Hatibû bîra wî ku piştî fermana Ermeniyan rabûye û kuçika wan a dawî jî li Asûsê tefiyaye Behrî Beg şûna mezelên wan kiriye rez”.

Nivîskar qalkirinê didomîne û piştî çûndina Ermeniyan navên ku hatine guhertin; ji me re çi dibêje gelo; ”Kaniyan Filan bûye Kaniyan Mîran[r.143].” Kî dizane tiştê ku hatiye serê gelê Asûsê em bi biwêjek va girê bidin, ê ku li ber ayîk û nifiran be baş nabe. Dicle bi tevgirtinek hevgirtî-lihevkirî dimeşine romana xwe. Di nav berhemê de hem lihevkiriya hindir heye hem jî ji derva hişek wî xwe daye pêş. Çaxê tên ba hev berhem zêde femdar û xurt dibe. Berhemên bibingeh û ê ku di bin milkên wêjeya dinyayê bi objeyên-wek mekan jî em dikarin viya pênase bikin- has û karekterên ku bûne ê xwe, ji xeynî wî li kû disekine, aîde gerdûna xweserbûne xwe ye. Berfa Sor hem bi hindir xwe hem jî bûyerên ku ji derva aniye -bi hinder va lêhevanîn- xwe disperê xweserbûne. Yanî wate û vegotin di hinder da lihevgirtiye.

Meriv ji xeberdanên welatiyên navçeyê fêm dike ku navçeya me Hezroyê wek ‘zî’, ‘ûsin’ em dizanin ku ev devok aîdê Hezroyê ye. Dicle, pevxistina romanê bi serkeftî dawî kiriye. Midahaleyê bi uslubên lehengên romanê nekiriye, çawa be wisa daye. Nivîskar, rastiya Asûsê bi derbasbûnên efsûnî û efsaneyî jî girê daye. Milyaket, cîn, perî… vêga hal û rewşa Asûsê û di kîjan astên şer da derbasbûye em ji naverokê bixweynin;

“Xebera mirina Heqo li nava nexweşxaneyê teqiya. Cam û deriyên mayî ji şikiyan. Qorîciyên ji gundên deştê, ser û cilên wan di nav herî û xwînê de, bi pêhnan li dîwaran xistin, deriyan şikandin, serê xwe diwaran xistin. Hinekan çok dan, bi tiliyên xwe yên cixare pecan.”[r.130].

“Haqo” bibû sembolek li derdora Asûsê sembolek kirêt û genî. Îro Haqoyên welat ji do bêhtir bûne! Çi di desta de çek, çi di desta de qelem, çi jî di desta de klavye. Rihê Haqo li seranserê welat digere. Romana Berfa Sor dem û dewranek tomar kiriye. Otobiyografiya şerek qirêj daye ber me. Qala trawmayên welatiyan kiriye lê dramatîzê nekiriye. Ji mijaran mijar derxistiye. Ev hin cihan da tevlîhevbûne derxe peşiya me jî nivîskar vê yekê bi lez û bez aş dike. Nivîskar di demsalek de çi qewîmiye bi hemû wêrebûn û hêza kelama daye pêşiya me. Belê meriv dîroke ji romana fêr nabe, lê rihe dîroke meriv dikare bi dest bixe, jê fêm bike. Zimane Asûsê heqîqatê, çi li derva pevxistine maye esasê romaneyê, jixwe ê ku li derva maye romanê divê serî. Ê derva civat e, ew e.

“Rabin ji vir, qedexe dest pê dike, gotin. Ne hêsen berdan ne termê Binevşê dan wan”[r.179].

Tofan û qiyameta li hindir radibe ariye, saf e, bixwe ew e. Ev xweserbûn ji vêga bi ziman û pevxistana xwe di wêjeye da ji xwe re cihek xweserbûnê diyar kiriye. Asûs didome, di nav pevxistin-hebûn-heqîqate da bi rêya xwe va dimeşe. Naskirina min û Asûsê vêga dest pê nekiriye, xwe digîhijine salan du hezar û panzdan, kurteçîrokên bi navê ‘Asûs’ ê. Çîroka Asûsê didome bi hemû êş û trajediyên xwe. Li ser linga hê jî liberxwe dide. Çîrok û dîroka Asûsê dûr û direj e.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir